Diyanetê kontejana hecê ya sala 2020î daxuyand
Serokê Karên Diyanetê Elî Erbaş, kontejana hecê ya sala 2020î daxuyand.
Derbarê mijarê de ji ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.
Serokê Karên Diyanetê Elî Erbaş, di daxuyanîya xwe ya ku ji ser medyaya civakî belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, di çarçoveya protokola ku di navbera me û Wezareta Umre û Hecê ya Erebistana Siûd hat kirin de, kontejana me ya heyî hat derxistin 83 hezar û 430 kesan.(ÎLKHA)