• DOLAR 32.538
  • EURO 35.346
  • ALTIN 2467.147
  • ...
Hamas: Gelê me li dijî îşxalê xwedîyê mafa berxwedanê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hamasa ku Harekata Berxwedana Îslamî ye derheqê îşxala ku ji teref siyonîstên terorîst ve tê kirin de daxuyanîyek hat belavkirin.

Hamas di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, hêzên îşxalker û niştecihên cihû  li Quds û Milê Xerbî li hember Filistînîyan êrîşên xwe zêde kirin, di encama van êrîşan de hejmara şehîd û birîndaran zêde dibe û gelek kes jî tên desteserkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, bi heman awayî mal û milkên Filistînîyan ji teref siyonîstan ve tên tahrîbkirin û şewitandin û dû re wiha hat gotin: “Gelê Filistînê xwedî maf e ku li dijî îşxalê berxwedana çekdarî bi kar bîne û axên xwe muhafeze bike.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir