• DOLAR 32.471
  • EURO 34.842
  • ALTIN 2441.74
  • ...
Li Burkîna  Fasoyê êrîş li dêrê hat kirin: 14 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li rojhilata Burkîna Fasoyê êrîşa çekdarî li dêrekê hat kirin, di encama êrîşa çekdarî de 14 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş li herêma Foutourîyê li dêra Protestanan hat kirin. Hêj ti kesî êrîşa ku hatiye lidarxistin li ser xwe negirt.

Saîdou Sanouyê Walîyê Herêma Rojhilat derbarê mijarê de destnîşan kir, di êrîşa ku hat lidarxistin de 14 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ji ber bûyerên ku zêde bûn li 7 herêmên Burkîna Fasoyê rewşa awarte hatibû îlankirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir