• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Avrupa Yetîm Elî li Arnavutlukê ji kesên ku ji erdhejê zirar dîtin re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Roja sêşemê li Arnavutlukê di mezinahîya 6.3yan de erdhejek pêk hatibû û di erdhejê nêzî 50 kes canê xwe ji dest dabûn.

Piştî vê mexdûrîyeta ku ji ber erdhejê pêk hat re ji teref Avrupa Yetîm Elîya ku Sazîya Alîkarîyê ya Navneteweyî ye ve li herêmê xebatên alîkarîyê hat destpêkirin û ji wan kesên ku ji ber erdhejê zirar dîtine re alîkarî hat kirin.

Alîkarê Serokê  Giştî yê Avrupa Yetîm Elîyê Huseyîn Ateş derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li herêma erdhejê hatine destpêkirin de daxuyanî da.

Ateş di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew piştî xebatên alîkarîyê yên li Afrîkayê re derbasî Arnavutlukê bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li Tîran û Diraça bajarên Arnavutlukê erdhej pêk hat. Çawa ku em ji Arnavutlukê vegerîyan ji bo herêma erdhejê xebatên alîkarî da destpêkirin. Niha me li bajara Diraça ku lê erdhej çêbû kolîyên xurekê tên belavkirin. Her wisa battanî jî hatin belavkirin. Li vê herêmê 49 kes canê xwe ji dest dan û bi hezarana kes jî birîndar bûn.Her wisa zêdetirî hezar avahîyan jî zirar dîtin.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir xelkê herêmê mexdûr bûye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber ku Arnavutlukê welatê Balkanan e herêmeke sar e. Îro wan konên li wê derê rakirin û însanan birin cihê girtî da ku lê bisitrin. Me bi rayedaran re xeber da û ji wan kesên mexdûr re bûn alîkar.”

Ateş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ê li herêmê alîkarîyên wan berdewam bikin û ji wan kesên xêrxwaz re teşekkur kir.(ÎLKHA)

 

Bu haberler de ilginizi çekebilir