Sepana lastîka zivistanê dest pê kir
Sepana lastîka zivistanê ya mecbûrî îro ket merîyetê.
Digel hatine demsala zivistanê sepana bikaranîna lastîkên zivistanê jî dest pê kir. Ji yekê berfanbarê pê ve divê wesayîtên ku di navbajaran de bar û rêwîyan vediguhizînin li gor sepana lastîka zivistanê hereket bikin. Ji kesên ku li gor sepanê hereket nekin û lastîkên zivistanê bikar neyînin re dê 625 TL ceza bê birîn.(ÎLKHA)