Wezîr Soylu: Di sala 2019an de 25 hezar bikarhênerên nû yên ByLockê hatin tespîtkirin
Wezîrê Karên Hundir yê Tirkîyê destnîşan kir, di sala 2019an de 25 hezar bikarhênerên nû yên ByLockê hatin tespîtkirin.
Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir yê Tirkîyê derbarê bikarhênerên ByLockê de destnîşan kir “Di sala 2019an de 25 hezar bikarhênerên nû yên ByLockê hatin tespîtkirin.”
Soylu di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir “Di encama xebatên me yên ku di warê ByLockê hatin kirin de 25 hezar û 149 bikarhênerên nû yên ByLockê hatin tespîtkirin ku jin van hezar û 387 kes hêj di kamûyê de dixebitin. Tevlî van agahîya 7 hezar û 694 bikarhênerên ByLockê ji dozgerîyê re hatiye dayîn.”(ÎLKHA)