• DOLAR 32.696
  • EURO 35.396
  • ALTIN 2499.527
  • ...
Ambûlans û otomobîl li hev qelibîn: Kesek mir 9 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Agirîyê ambûlans û otomobîlek li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û  9 kes jî birîndar bûn.

Qeza li Xaçerêya Pira Kupkiranê ya li Taxa Yuzuncu Yilê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ambûlansa bi plaqeya 04 AB 703 û otomobîleke ku hêj plaqeya wê nehat hînbûn li hev qelibîn.

Di encama bûyera ku pêk hat de Emîne Adiguzela ku nexweş bû û di ambûlansê de bû li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û kesên bi navê îihat Kaplan, Rabîa Akturk, Eyup Tutal, Ugur Demîrkol, Yusuf Aydin, Îsmaîl Kiliç, Habîp Aydemîr, Ferhat Dogan, Muhammed Akîf Adiguzel birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir