• DOLAR 34.27
  • EURO 37.664
  • ALTIN 2918.549
  • ...
Li Baxdayê di xwepêşanên ku berdewam dikin de 7 kes mirin 78 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin di xwepêşanên ku li Baxdaya paytexta Iraqê berdewam dikin de di encama midaxeleya hêzên ewlehîyê de 7 kes mirin 78 kes birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin hêzên ewlehîyê bi berikên rastî midaxeleyî xwepêşandêrên ku li Pira Ahrak, Sînak û Cumhurîyetê  kom bûbûn kirin. Di encama midaxeleya ku hat kirin de 7 kes mirin 78 kes birîndar bûn.

Li Iraqê di serê cotmehê de ji ber bêkarî, tunebûna xizmetê û bêrêtîyê xwepêşan hatibûn destpêkirin û di encama xwepêşanên ku dest pê kirin de heta îro nêzî 330 kes canê xwe ji dest dan û zêdetirî 15 hezar kesan jî birîndar bûn.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir