• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji sala 1967an vir ve 50 hezar zarokên Filistînî hatin desteserkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê mijarê de ji teref Abdunnasir Ferwaneyê ku pîsporê êsîrên Filistînî ye ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ferwane di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, siyonîstên terorîst zarokên Filistînî bi şikleke sîstematîk desteser dike û  vê yekê di çarçoveya hedefekê didomîne.

Ferwane di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, zarokên Filistînî yên ku emrê wan di bin 18 salan de ye ji teref siyonîstan ve tên desteserkirin ku ev yek îhlalleke herî mezin a li hember mafên zarokan e ku rejîma îşxalê hêj 200 zarokên Filistînî di girtîgehên Mecdo, Ofer û Damonê digire.

Ferwan di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir siyonîst piştî ku zarokên Filistînî desteser dikere îşkenceyan li wan dike ku ev yek jî zirareke mezin dide zarokan.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir