• DOLAR 34.7
  • EURO 36.773
  • ALTIN 2961.825
  • ...
Sarieroglu: Em ê bibin taqîbkarê êrîşa ku li xwendekarên bi hîcab hatiye kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh du qîzên xwendendekar ên bi hîcab ên ku li Karakoya Stenbolê dimeşîyan li rasta êrîşa pîrekeke ku dijminê Îslamê dike hatin.  Heman pîreka êrîşkar li rawestgaha Marmaray Sîrkecî dîsa heqaretan li pîrekên bi hîcab kir û hewl da êrîşî wan bike.

Piştî ku  dîmen li ser medyaya civakî hatin belavkirin re polêsan xebat dan destpêkirin. Di encama xebata ku hat kirin de pîreka ku ji Îslamê re dijmintî dikir hat binçavkirin.

Alîkara Serokê Giştî yê AK Partîyê Julîde Sarieroglu derbarê mijarê de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek da.

Sarieroglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew ê bibin taqîbkarê vê êrîşê û dû re wiha got: “Ez wê êrîşa ku li Karakoyê li xwendekarên me yên bi hîcab hatiye kirin şermezar dikim. Em ê bibin taqîbkarê vê êrîşê.”(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir