• DOLAR 32.268
  • EURO 35.159
  • ALTIN 2441.136
  • ...
Rêjeya bêkarîyê 2,9 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 14an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha tebaxê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha tebaxê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 2,9 puan zêde bû û gihaşt ji sedî 14an.

Di daneyên ku hatin belavkirin de hat diyarkirin di meha tebaxa  sala 2019an de  hejmara bêkaran li gorî heman meha sala borî 980 hezar kes zêde bû û hêjmara bêkaran derket 4 milyon  û 650 hezar kesan.

Rêjeya îstîhdamê kêm bû

Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha tebaxê de li gor heman meha sala borî 789 hezar kes kêm bû û daket 28 milyon û 529 hezar kesan.(ÎLKHA)

]]>

Bu haberler de ilginizi çekebilir