Tahlîyeya wekîlê HDPyî yê ku gotibû “PKK dikare bi tifa xwe we bixeniqîne” hat redkirin
Qerara tahlîyê ya Abdullah Zeydanê weklîlê berê yê HDPyî hat redkirin.
Hat ragihandin qerara tahlîyê ya Abdullah Zeydanê wekîlê berê yê HDPyî yê ku gotibû “PKK dikare bi tifa xwe we bixeniqîne” hat redkirin.
Doh derbarê Abdullah Zeydanê wekîlê berê yê HDPyî de qerara tahlîyê hatibû dayîn. Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ji vê qerara tahlîyê re îtîraz kir.
Mahkemeya Cezayê ya 5emîn a Diyarbekirê îtîraza serdozgerîyê nirxand û qerar da ku Zeydan neyê tahlîyekirin û di girtîgehê de bimîne.
Di fezlekeya ku derheqê Zeydanê HDPyî de hatibû amadekirin de hatêibû diyarkirin “ propagandaya rêxistina terorê kiriye, di wê meşa protestoyê ya ku di 26ê Tîrmehê de bi hinceta êrîşên asîmanî yên ku ji teref TSKyê ve li dijî PKKê hatibûn destpêkirin de hatibû lidarxistin de gotiye ‘PKK dikare bi tifa xwe we bixeniqîne.”(ÎLKHA)