Li Meksîkayê 30 hezar cesedên bênasname di mirîxaneyan de tên girtin
Komîsyona Mafên Însanan a Neteweyî ya Meksîkayê destnîşan kir, li tevahîya Meksîkayê 30 hezar cesedên bênasname û bêxwedî di mirîxaneyan de tên girtin.
Ji teref Komîsyona Mafên Însanan a Neteweyî ya Meksîkayê ve derbarê kesên ku di mirîxaneyan de tên girtin û nasnameyên wan nehatîye tespîtkirin de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li tevahîya Meksîkayê 30 hezar cesedên bênasname û bêxwedî di mirîxaneyan de tên girtin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji ber kêmasîyên mîna maddî, personel û amûran ên ji bo mirîxaneyan nasnameya mirîyan nikare bên tespîtkirin.
Dîsa di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hinek sûretên kesên ku di mirîxaneyan de tên girtin hene ku nasên wan dikarin wanan nas bikin.(ÎLKHA)