Çîn derbasî teknolojîya 5Gyê dibe
Çînê destnîşan kir ew ê ji îro pêve li gelek bajarên mezin teknolojîya 5Gyê bi kar bînin.
Hat ragihandin Çîn derbasî teknolojîya 5Gyê dibe.
Derbarê mijarê de ji teref şîrketên telekomê yên kamûyê yên Çînê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ew ê ji îro pêve li gelek bajarên mîna Pekin, Şanghay, Hangcou û Guangcou teknolojîya 5Gyê bi kar bînin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo teknolojîya 5Gyê 80 hezar îstasyon hatine sazkirin û ew ê ev hejmar heta dawîya salê bê derxistin 130 hezarî.(ÎLKHA)