• DOLAR 32.443
  • EURO 34.812
  • ALTIN 2448.629
  • ...
Ji ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ peyamê spasîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî bernameya Hevdîtina Aliman a 4emîn a ku ji teref Yekîtîya Medrese û Aliman ve li Diyarbekirê hat tertîpkirin û 2 rojan berdewam kir re ji teref Navenda Giştî ya ÎTTÎHADUL ULEMAYÊ ve peyameke spasîyê hat weşandin.

Di peyama ku hat weşandin di bîran hat xistin ku ji 4 parçeyên Kurdistanê gelek alim, mêvan û akademîsyen beşdarî hevdîtinê bûn.

Di berdewama peyamê de hat diyarkirin di hevdîtina ku hat kirin de meseleyên civakî û çareserîyên wan hatine gotûbêjkirin û dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “Em wek Yekîtîya Alim û Medreseyan di sala 2015an de yekemînê vê civînê li dar xist û ji wê salê vir ve bi şikleke bi rêkûpêk em vê hevdîtinê didomînin.  Em her sal bi mijareke cûda tên bal hev.  Ji welatên derdorê û ji gelek welatên dinyayê gelek alimên hêja hatin Diyarbekirê û meseleyên ilmî û problemên civakî gotûbêj kirin û çareserîyên van ji ummeta Îslamê teqdîm kirin.Bi izna Xwedê ew ê ev hevdîtinên me berdewam bikin.”

Di dawîya peyamê de ji temamê kesên ku keda wan di tertîpkirina vê hevdîtinê de heye re teşekkur hat kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir