Îttîhadul Ulema "4emîn Hevdîtina Aliman" tertîp kir
Ji teref Yekîtîya Medrese û Aliman ve li Diyarbekirê di 19-20 Cotmehê de "4emîn Hevdîtina Aliman" hat tertîpkirin.
Yekîtîya Medrese û Aliman dawîya vê heftîyê li Diyarbekirê bi beşdarbûna gelek aliman "4emîn Hevdîtina Aliman" tertîp kir. Civîna ku hat tertîpkirin 2 rojan berdewam kir û wek 4 niştinan hat tertîpkirin.
Ji Kurdistana Iraq, Tirkîye, Sûrîye û Îranê gelek alim beşdarî civînê bûn. Di civîna ku 2 rojan wek 4 niştinan berdewam kir de gelek kes derheqê meseleyên rojane û problemên ummeta Îslamê de axavtinan kirin û ji bo çareserîya probleman çareserîyan anîn zimên.
Bernameya ku di 19ê Cotmehê de bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir di 20ê Cotmehê de bi encamnameya ku bi Kurmancî, Soranî, Erebî û Tirkî hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)