Li Endonezyayê hejmara mirîyan zêde dibe
Li Endonezyayê ji ber erdheja ku pêk hat hejmara mirîyan derket 36an.
Hat ragihandin li Endonezyayê ji ber erdheja di mezinah,ya 6.8an de ya ku li Ambona paytexta parêzgeha Malukuyê pêk hat hejmara mirîyan derket 36an.
Derbarê mijarê de ji teref Serokatîya Birêveberîya Afetê ya Malukuyê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; hejmara mirîyan ji 30î derket 36an.
Rayedarên Ajansan Birêveberîya Afeta Neteweyî jî destnîşan kirin, ji ber erdheja ku pêk hatiye zêdetirî 6 hezar avahî zirar dîtin.(ÎLKHA)