Hejmara dayikên ku çalakîyê li dar dixin derket 50î
Dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 30yemîn de didomînin.
Hat ragihandin dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 30yemîn de didomînin.
Di 21ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku digot lawê wê yê bi navê Mehmet Akar ji teref PKKê ve hatiye revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û lawê wê piştî 3 rojan lê vegerîyabû. Malbatên din ên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin çav li Hacîre Akar kirin û li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê ji bo zarokên xwe dan destpêkirin ku ev çalakî îro ket roja 30yemîn.
Hejmara malbatên ku beşdarî nobeda zarokên xwe bûne bi beşdarbûna malbeteke din a Êlihî tevde 50. Malbat her çi qas ji teref HDPyîyan ve gef li wan bê xwarin jî terka Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nakin û ji bo zarokên xwe nobeda xwe didomînin.
Dayika bi navê Melîke Aydogana ku lawê wê Abdulqadîr Akdoganê 14 salî hat revandin çiyê ji Êlihê beşdarî çalakîyê bû.
Dê Melîke di axavtina xwe de diyar kir piştî 3 rojan ew ê saleke lawê wê çêbibe ku hatiye revandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez ji bo lawê xwe hatim vê derê. Ez lawê xwe dixwazim. Lawê min xapandine û ew birine li serê çîyê. Lawê min dema ku ji mektebê derket nehat malê. Lawê min li kû derê be bila were. Lawê min, min berîya te kir. Ev bû salek ku ez jê xeber nastînim. Ew birine çiyê û jê xeber nayê standin.”(ÎLKHA)