“Camî temînata yekîtî û digelhevîya me ne”
Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve ji ber minasebeta “Hefteya Wezîfedarên Dîn û Camîyan” peyamek hat weşandin. Di peyama ku hat weşandin de hat diyarkirin; “Camî temînata yekîtî û digelhevîya me ne.”
Ji ber minasebeta “Hefteya Wezîfedarên Dîn û Camîyan” a ku di navbera dîrokên 1-7ê Cotmehê de tê îdrakkirin ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve peyamek hat weşandin.
Di peyama ku hat weşandin de ji sûreya Tewbê ayeta 18emîn “Encax ew kesên ku bawerî bi Xweda û roja axretê anîne, nimêj dikin, zikatê didin û ji xeynî Xwedê ji tu kesekî din natirsin, dikarin îmar bikin. Vaye, tê hêvîkirin ku kesên li ser hîdayetê bin ev kes bin” û hedîsa “Mescîd li ser rûyê erdê malên Xwedê ne. Çawa ku stêrkên li asîmanan ehlê erdê ronî dikin, bi heman awayî camî jî ên ehlê asîmanê ronî dike.” Di bîran hatin xistin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin camî weke qelbê civaka Îslamî ne û ji şîarên Îslamê ne. Dû re wiha li peyamê hat zêdekirin: “ Camî mekanên wisa ne ku ew ; nîşaneya yekîtî û digelhevîyê ne, di pêşvaçûna sembola nasnameya Îslamî xwedî tesîr in, kesên feqîr û dewlemend di heman sefê de tîne ba hev. Çawa ku masî bê av nikarin bijîn û muxtacî ne; bi heman awayî em jî wisa muxtacî camîyan in. Lewra mizgeft bo me; çavkanîya jiyanê, xureka rûhê me, menbea hizûr û seadetê ne. Em mumin li mizgeftan pêkve berê xwe didin Xwedê.”
Di dawîya peyamê de hat diyarkirin “Em bi vê wesîlê Hefteya Wezîfedarên Dîn û Camîyan a wezîfedarên dîn ên ku ji bo Xweda û xelkê xizmetê dikin tebrîk dikin û em hêvî dikin ku ew gelek zêde xizmetên bi xêr û bereket bikin.”(ÎLKHA)