Zem li ceyranê hat kirin
Li gor qerara Lijneya Verastkirina Pîyasaya Enerjîyê li serê kîlovatsaatê ji sedî 15 zem li ceyranê hat kirin.
Qerara Lijneya Verastkirina Pîyasaya Enerjîyê di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gor qerara Lijneya Verastkirina Pîyasaya Enerjîyê li serê kîlovatsaatê bo mal û tîcaretxaneyan ji sedî 15 zem li ceyranê hat kirin.
Zam ew ê ji îro pêve derbasdar be.
Herî dawî di yekê Tîrmehê de ji sedî 15 zam hatibû kirin.(ÎLKHA)