21 hezar avahîyên qeçax dê bê xerakirin
Wezîrê Hawîrdor û Bajarvanîyê Murat Kuru destnîşan kir li tevahîya welêt 21 hezar avahîyên ku li dijî plana îmarê hatine avakirin dê bên xerakirin.
Murat Kuruyê Wezîrê Hawîrdor û Bajarvanîyê derbarê avahîyên qeçax ên ku li dijî plana îmarê hatine avakirin de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir: “Li tevahîya welêt 21 hezar avahîyên qeçax ên ku li dijî plana îmarê hatine avakirin, hatin tespîtkirin ku ew ê ev avahî tev bên xerakirin.”(ÎLKHA)