Îsal di şewatên daristanê de 5 hezar û 469 hektar herêm zirar dîtin
Wezareta Daristan û Çandinîyê destnîşan kir, di şewatên daristanê yên ku îsal derketin de 5 hezar û 469 hektar herêm zirar dîtin.
Mucadeleya şewatên daristanê yên Midûrtîya Giştî yê Daristanê û Wezareta Daristan û Çandinîyê berdewam dike. Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Daristan û Çandinîyê ve hatine belavkirin di şewatên daristanê yên ku îsal derketin de 5 hezar û 469 hektar herêm zirar dîtin.
Di berdewama daxuyanîya ku ji teref Wezareta Daristan û Çandinîyê ve hat belavkirin de hat diyarkirin şewatên daristanê herî zêde li herêma Îzmîrê derketin.(ÎLKHA)