Li Xarpêtê qezaya zincirîn: Yek jê giran 5 birîndar
Di qezaya zincirîn a ku li Xarpêt pêk hat de yek jê giran tevde 5 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Xarpêtê du wesayît li hev qelibîn, piştî qezaya ku pêk hat re çend wesayîtên din jî li wan wesayîtên ku qeza kirin qelibîn. Di encama qezayên ku pêk hatin de yek jê giran tevde 5 kes birîndar bûn.
Li gorî agahîyên hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 23 EK 650 a ku ber bi Xarpêtê ve diçû û wesayîta bi plaqeya 23 FU 114 li hev qelibîn. Di encama qezaya ku traktor jî tevlî bû de yek jê giran tevde 5 kes birîndar bûn.
Kesên ku di qezayê de birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)