Rûhanî: Amerîka ji me re got ger hûn hevdîtinê qebûl bikin em ê mueyyîdeyan rakin
Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî derbarê rageşîya di navbera wan û Amerîkayê de destnîşan kir; Amerîka ji me re got ger hûn hevdîtinê qebûl bikin em ê mueyyîdeyan rakin.
Hesen Rûhanîyê ku li New Yorkê beşdarî civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû û dû re vegerîya welatê xwe. Rûhanî di rêya vegerê de ji ser hisaba xwe ya fermî ya medyaya civakî de daxuyanîyek belav kir.
Rûhanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Almanya, Îngîltere û Fransa tevekan gelek israr kirin da ku em bi Amerîkayê re ji nû ve hevdîtinan bidin destpêkirin. Amerîka ji me re got ger hûn hevdîtinê qebûl bikin em ê mueyyîdeyan rakin.”(ÎLKHA)