Di bergeha lêpirsîna FETO de 256 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin di bergeha lêpirsîna FETO de 256 kesên şikdar ên ku tê îddîakirin pirsên îmtîhanê standine û bûne alîkarên komîser, hatin binçavkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de, derbarê mijarê de hat diyarkirin; di bergeha lêpirsîna FETO de ji 331 kesên şikdarên ên ku tê îddîakirin pirsên îmtîhanê standine û bûne alîkarên komîser tevde 256 kesên şikdar hatin binçavkirin.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo şikdarên din bên binçavkirin operasyon berdewam dikin.(ÎLKHA)