• DOLAR 34.67
  • EURO 36.675
  • ALTIN 2929.935
  • ...
Nobeda malbatan a ji bo zarokên wan berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin dê û bavên ku zarokên wan ji teref HDPê ve hatine xapandin û hatine şandin çiyê nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê di roja 23emîn de didomînin.

Di 21ê Tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku digot lawê wê yê bi navê Mehmet Akar ji teref PKKê  ve hatiye revandin li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakî dabû destpêkirin û lawê wê piştî 3 rojan lê vegerîyabû. Malbatên din ên ku zarokên wan ji teref PKK/HDPê ve hatine revandin çav li Hacîre Akar kirin û li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîya rûniştinê ji bo zarokên xwe dan destpêkirin ku ev çalakî îro ket roja 23emîn.

Hejmara malbatên ku beşdarî nobeda zarokên xwe bûne tevde 45 . Malbat her çi qas ji teref HDPyîyan ve gef li wan bê xwarin jî terka Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê nakin û ji bo zarokên xwe nobeda xwe didomînin.

Malbat diyar dikin ew zarokên xwe ji bo ji teref PKKê ve  bên revandin mezin nakin û ew ê heta zarokên wan vegerin nobeda xwe ya li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê bidomînin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir