• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.98
  • ...
HDPyîyan heqaret li wan dayikên ku li ber HDPê çalakîyê li dar dixin kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû roja 14emîn ku dê û bavên ku zarokên wan hatine revandin li serê çiyê li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê çalakîyê li dar dixin. Pîrekeke HDPyî ya ku vê şeveqê têket avahîya HDPê heqaretan li wan dayik û bavan kir û got “Herin zarokên xwe ji çiyê bînin, li vê derê bi rûniştinê bêbextîyan li HDPê nekin.”

Ji ber van gotinên pîreka HDPyî malbatên ku beşdarî çalakîyê bûne û zarokên xwe dixwazin hêrs bûn û ji pîrekê re bertek nîşan dan.

Dayika bi navê Husnîye Kaya destnîşan kir qîza wê hatiye xapandin û ew hatiye revandin çiyê. Dayika Husnîye dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Pîreka HDPyî ji me re dibêje ‘Herin zarokên xwe ji çiyê bînin, li vê derê bi rûniştinê bêbextîyan li HDPê nekin.’ Em zarokên xwe dixwazin. Em dizanin ku HDPê zarokên me revandiye.  HDPê qîza min jî revand. Em li vê derê çalakîyê li dar dixin, em dibêjin belkî ew werin rehmê; lê belê nayên rehmê. Ev kes bêrmehet,bêîman û bêwicdan in. Em ji wê pîreka ku me tahrîk dike gilîdar in. Divê dewlet wan kesên ku wisa heqaretan li me dikin biqefele. Em naxwazin tu kes bimire. Em PKKê naxwazin. Temamê fermandar û amîrên wan ermenî ne.”(ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir