• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Çalakîya malbatên ku zarokên wan hatin revandin çiyê berdewam dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dê û bavên ku zarokên wan hatine revandin vê şeveqê dîsa li ber Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HDPê dest bi çalakîya xwe ya rûniştinê kirin.

Îro dê û bavê bi navê Şevket û Fatman Bîngol ji Stenbolê beşdarî çalakîyê bûn. Malbata dilbikûl destnîşan kir, lawên wan ê bi navê Tuncay dema ku 14 salî bû li Arnavutkoya Stenbolê hatiye xapandin û ji teref PKKê ve hatiye revandin li serê çiyê.

26 malbatên ku zarokên wan hatiye revandin li serê çiyê destnîşan dikin, heta ku zarokên wan li wan bên vegerandin ew ê çalakîya xwe bidomînin.

Di meha tebaxê de dayika bi navê Hacîre Akara ku lawê wê hatibû revandin li ber avahîya HDPê çalakî dabû destpêkirin û çalakîya wê encam dabû û lawê wê lê  vegerîyabû. Piştî vê bûyerê 26 malbatên ku zarokên wan hatibûn revandin li ber HDPê çalakî dan destpêkirin.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir