UNHRC: Nîvê zarokên penaberan ji perwerdehîyê mahrûm in
Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî destnîşan kir, ji 7 milyon û 100 hezar penaberên ku li tevahîya cîhanê dijîn 3 milyon û 400 zarok ji perwerdehîyê mahrûm in.
Ji teref Komîsertîya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ve derbarê zarokên penaberan ên ku ji perwerdehîyê mahrûm in de raportek hat weşandin.
Di raporta bi navê “Qeyrana Perwerdehîyê ya Penaberan” de bal hat kişandin li ser rewşa zarokên ku ji perwerdehîyê mahrûm in.
Di raporta ku ji teref UNHRCyê ve hat weşandin de hat diyarkirin ji 7 milyon û 100 hezar penaberên ku li tevahîya cîhanê dijîn 3 milyon û 400 zarok ji perwerdehîyê mahrûm in û zarok her ku mezin dibin astengîyên li pêşîya wan zêdetir dibin.(ÎLKHA)