Derheqê polêsên ku mudaxeleyî cinayeta li otogarê nekirin de lêpirsîn
Derheqê polêsên ku mudaxeleyî cinayeta li otogarê nekirin de lêpirsîn hat destpêkirin.
Hat ragihandin derheqê polêsên ku mudaxeleyî cinayeta li otogarê nekirin de lêpirsîn hat destpêkirin.
Berî vê çend rojan li otogara Êlihê kesekî bi navê R.K bi kêran êrîş bir li ser kesekî û ew birîndar kir û li ber serê wî sekinî heta ku kesê birîndar jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin polêsên ku li cihê bûyerê bûn mudaxeleyî kesê êrîşkar nekirin û kesê birîndar li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Walîtîya Êlihê derbarê mijarê de daxuyanîyek da. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin kesê êrîşkar hat girtin û derbarê wan polêsên ku wê rojê li cihê bûyerê bûn de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)