“Ger CHP samîme be bila pêşnîyazên HUDA PARê yên derbarê Kurdî de bibe meclîsê”
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Huseyîn Yilmazê ku derbarê vekirina kursên Kurdî ya ji teref CHPê de nirxandinan kir destnîşan kir “Ger CHP samîme be bila pêşnîyazên HUDA PARê yên derbarê Kurdî de bibe meclîsê.”
Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derbarê rojevê de nirxandinan kir. Yilmaz di bernamê de derbarê vekirina kursên Kurdî yên di bin bunyeya ÎSMEKa girêdayê Şaredarîya Bajêra Mezin a Stenbolê de destnîşan kir, CHP di vî warî de ne samîmî ye, ger CHP samîme be bila pêşnîyazên HUDA PARê yên derbarê Kurdî de bibe meclîsê.
“Ger CHP, di vî warî samîmî bin, bila kerem bikin pêşnîyazên HUDA PARê yên çareserîya meseleya Kurd û rakirina astengîyên qanûnî yên li ber Kurdî biveguhizîne meclîsê”
Yilmaz di axavtina xwe ya ku kir de axavtinên Kiliçdaroglu “di holê de meseleya Kurd heye û navnîşana çareserîyê ya vê meselê meclîs e, ji xeynî meclîsê li dereke din lêgerîna çareserîyê vê meselê çareser nake” di bîran xist û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ger ew di vî warî samîmî bin, bila kerem bikin pêşnîyazên HUDA PARê yên çareserîya meseleya Kurd û rakirina astengîyên qanûnî yên li ber Kurdî biveguhizîne meclîsê.”
“Ew di heyama Partîya Mîllî Selamet, Refah û AK Partîyê de her tim bi rayên Kurdên dîndar hatin îqtîdarê”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser rewşa îro ya AK Partîyê û dû re derbarê mijarê de wiha got: “Dema ku AK Partî hat îqtîdarê ne li vê meqama îro bû. Serokomar Erdogan cara ewil di meclîsê de zabitnameyên meclîsê nîşan da û peyvên Kurd û Kurdistanê li dijî CHP û MHPê diparst. Kesê ku wê demê li dijî vê yekê radibû CHP bû. Di vê rewşê de divê îqtîdar ji xwe li ser vê mesela Kurd bifikire, ka ew çawa ketin vî halî û CHPê çima li meseleya Kurd xwedî derdikeve. Di heyama Partîya Mîllî Selamet, Refah û AK Partîyê her tim ew bi rayên Kurdên dîndar hatin îqtîdarê, ne bi rayên nîjadperestan.”
“Tiştê xelet ew e ku tê xwestin Kurdî bê îstîsmarkirin û li gorî berjewendîyan bê bikaranîn”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber polîtîkayên îqtîdarê yên dewletperest CHP sûdê ji rewşê werdigre û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Piştî 15ê Tebaxê, AK Partî ji îqtîdara xwe bidomîne ji dewletê re, ji sîstemê re teslîm bû. Hikûmet, lîbasa dewletperestî û têgihiştan ku dewletê pîroz dihesibîne li xwe kir. Ji ber vê yekê îqtîdar guh neda meseleyên derbarê mafên însanan de û gotinên berê û yên niha derbarê heq û hiqûqê de li hev negirt. Di halekî wisa siyaset vê rewşê qebûl nake. Fersend ket destê CHPê û CHP di vî warî de li gorî berjewendîya xwe hereket dike. Gelo CHP ji ber ku meseleya Kurdî anîye rojevê tiştekî xelet kir? Na, ev yek tiştekî rast e. Lê di holê de xeletîyek heye ew jî ev e: tê xwestin Kurdî bê îstîsmarkirin û li gorî berjewendîyan bê bikaranîn.”
“Çavkanîya esil a meseleya Kurd CHP bi xwe ye”
Yilmaza ku di berdewama axavtina xwe de di bîran xist ku zimanê Kurdî di zabitnameyên meclîsê de “zimanê ku nayê zanîn” derbas dibe, derbarê mijarê de wiha got: “Çavkanîya esil a meseleya Kurd CHP bi xwe ye. Derdê CHPê ne Kurdî ye, ew ji ber siyasetê vê yekê tîne rojevê. Bi gotineke din CHP di vî warî de li gorî menfeata xwe hereket dike, hewl dide desteka Kurdan bigire. Di warê dayîna mafên wekhev ên ji bo Kurdan de CHP wekî MHPê difirkire. Lewra îcraatên wî yên berî niha vê yekê nîşan didin. Lê belê heman CHP rabûye û dibêje ‘Bila ji bo dersên hilbijartî yên Kurdî verastkirinek bê kirin. Bila mamosteyên Kurdî bên îstîhdamkirin.’ Dîsa heman CHPê dibêje ew ê di bin banê ÎSMEKê de kursên Kurdî vekin. Dema ku em li vê helwesata CHPê dinêrin em dibînin ku CHP ji bo menfeat û berjewendîya xwe hereket dike. Di wê pêvajoya ku piştî 15ê Tebaxê dest pê kir de birêveberîya navxwe ya meclîsê hat guhartin, navê Kurd û Kurdistanê, navên bajar û navçeyên Kurdan hatin qedexekirin. Parlementer nikarin van di meclîsê de bi kar bînin, dema ku bê bikaranîn cezaya pereyan tê dayîn û ji rûniştinên meclîsên tên menkirin. Kurdî li meclisê di zabitnameyan de wek ‘zimanê ku nayê tê zanîn’ tê qeydkirin. Bi paşveçûyînên wisa heye.”
“Kurd naxwazin asîmîle bibin, dîsa Kurd naxwazin ji wan re bê gotin bi eslê xwe Kurd bûn, ew dixwazin ku Kurd bimînin”
Yilmaz di berdewama axavtina xwe de diyar kir “hînbûn û hînkirina zimanê Kurdî ji bo hebûna Kurdî pir muhîm e” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ziman ji bo jiyandina çanda netewetekê amûreke pir muhîm e. Çand nasnameya neteweke bi xwe ye. Neteweya ku ziman û çanda wê winda dibe, asîmîle dibe. Kurd naxwazin asîmîle bibin. Dîsa Kurd naxwazin ji wan re bê gotin bi eslê xwe Kurd bûn, ew dixwazin ku Kurd bimînin. Ji ber vê yekê Kurd dixwazin ku zarokên wan bi zimanê xwe ya dayikê perwerdehîyê bibînin. Ev yek bi wan dersên Kurdî yên hilbijartî yên ku ji bo wan mamoste nayên tayînkirin naçe serî. Divê li mekteban dersa Kurdî bibe dersa mecbûrî. Bi kurtasî divê temamê astengên li ber Kurdî demildest bên rakirin û ev yek bi qanûnê bê kirin bin temînatê. Ev yek jî wezîfeya hikûmet û dewletê ye.”
Yilmaz di dawîya axavtina xwe de ji bo çareserîya meseleya Kurd wisa nirxand kir “Ez bang li temamê partîyên siyasî dikim da ku di warê çareserîya meseleya Kurd de bibin xwedî mesûlîyet.”(ÎLKHA)