Êrîşên sîber dibe ku bibin sedem li gorî maddeya 5emîn a NATOyê bê hareketkirin
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kir ger êrîşeke sîber li welatekî ku endamê NATOyê bê kirin dibe ku li gorî maddeya 5emîn a NATOyê bê hareketkirin.
Ji teref Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê ve derbarê êrîşên sîber de daxuyanîyek hat belavkirin.
Stoltenberg di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Dinyaya sîberê bûye qadeke nû ya şer. Karê me ya ewil ew ê ku em NATOyê li hember êrîşên sîberê amade bikin. Ger êrîşeke ciddî ya sîberê li welatekî ku endamê NATOyê bê kirin dibe ku li gorî maddeya 5emîn a NATOyê bê hareketkirin.”(ÎLKHA)