• DOLAR 34.208
  • EURO 37.853
  • ALTIN 2915.682
  • ...
​Malbata Mehmet Yavuzî Serokê Giştî yê HUDA PARê ziyaret kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin malbat, nas û hevalên dozê yên merhûm Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Serokatîya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê,  Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ziyaret kirin.

Adem, Bunyamîn û Yusufê ku birayên Mehmet Yavuzî ne û Yasîn, Azîz, Mustafa û Îsmaîl Bozkurtê  xalên Mehmet Yavuzî ne û ji teşkîlata partîyê ya Semsûrê çend kes di lijneya ku HUDA PARê ziyaret kirin de bûn. Lijne ji teref Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshaq Saglam û alîkarên wî û endamên lijneya giştî yê partîyê ve hatm pêşîwazîkirin.

Di ziyareta ku hat kirin de li ser rûhê Mehmet Yavuzî fatîha hat xwendin û sebr û sebat hat temennîkirin û hat qalkirin ku Mehmet Yavuz zilamekî dozvan bû.

Adem Yavuzê ku birayê Mehmet Yavuzî bû derbarê kekê xwe de diyar kir, ew nirxeke mezin bû û mamosteyan ji wî hez dikir û ew di nav camîaya perwerdehîyê de tesîrên xweş hişt.

Di ziyareta ku hat kirin hat qalkirin Mehmet Yavuz ji Îslamê re gelek zêde xizmet kir.

Mehmet Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê yê ku ev bû demek ji ber nexweşîya qansera gurçikê dihat dermankirin li Nexweşxaneya Onkolojîyê ya Zanîngeha Dîcleyê çû rehma Xwedê.

Mehmet Yavuzê berî vê çend salan bi nexweşîya qanserê ketibû û gurçikekî wî hatibû girtin. Dû re cardin nerihet bû û ji ber êşa xwe hat rakirin nexweşxanê û ji êşa qanserê hat dermankirin.  Mehmet Yavuzê ku ji êşa qansera gurçikê li nexweşxanê dihat dermankirin digel dermankirinê kemoterapî dibû. Lê ji ber ku îhtîmal bû kemoterabî zirar bidiyê dermankirina wî bi giyayan berdewam kir.

Yavuz Îda Remezanê ya sala borî bo demekê ji nexweşxanê hat derxistin, lê belê  ji ber ku nexweşîya wî lê zêde kir cardin hat rakirin nexweşxanê.

Yavuz di sala 1973yan de li Kahtaya Semsûrê hat dinyayê, dibistana ewil, navîn û lîseyê li Kahtayê xwend. Dû re jio Zanîngeha Konya Selçukluyê mezun bû.  Piştî ku mezûn bû re demekê mamostetî kir.

Yavuz di sala 2000î de bi kumpas hat girtin û  2 salan di zindanê de hat girtin. Yavuzê ku di rojnameya Dogruhaberê de nivîskar bû bi HUDA PARê dest bi siyasetê kir û d HUDA PARê de ji Serokê partîyê re wekîltî kir.

Yavuz zewicî ye û bavê 4 zarokan e.(ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir