• DOLAR 34.229
  • EURO 37.965
  • ALTIN 2918.259
  • ...
“Dibe ku we jinan li kolanan dîtibe; lê belê ew ji me re emaneta Xwedê ne”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di van rojên dawî de hinek derdorên ku pişta xwe didin Peymana Stenbolê û ji xwe re wê şiddeta ku li hember jinan tên kirin dikin hincet, ji ser jin û malbatê xebatên gelekî zêde bi zirar û tahrîpkar dikin. Nexasim ev derdor, ji ser cinayeta Emîne Buluta ku ji teref zilamê xwe yê berê ve bi şikleke hovane hat qetilkirin hewl didin “şiddeta mêran” derînin pêş û nîqaşên li ser têgehên malbat û jinê didin destpêkirin.

Îlahîyatnas û Nivîskar Mehmet Goktaş di nivîsa xwe ya îro de mijara ‘pîrek ji zilaman re emaneta Xwedê ne’ nirxand.

Temamê nivîsa Goktaş Xoce:

Meqama xanima zilamekî Misliman li ba wî wisa ye: Me xanimên xwe wek emaneta Xwedê stand, me bi navê Xwedê ew ji xwe re helal kir û di warê emanetbûnê de jî çendîn caran hişyarî li me hat kirin.

Herî dawî jî di Xutbeya Wedayê ev nasîhata Nebewî li me hat kirin: “ Di warên xanimên xwe de ji Xwedê bitirsin, we ew bi navê Xwedê ji xwe helal kirin!”

 Bi heman awayî em di vî warî de ketin pêşbirgekê wisa: “Bixêrtirînê we ew kes in ku li hember xanimên xwe bi xêr in.’ Em dizanin ger em vê pêşbirgê winda bikin em ê temamê tiştên di destên xwe de winda bikin.

Me bi vî tiştî îman anîye; ger em cennetê heq bikin em ê di cennetê de digel wan bin. Ji ber vê yekê em li qisûrên hev tahammul dikin, hetta em bawer dikin ger em ji qisûrên hev re tahmmûl bikin em ê bibin xwedîyê xêr û hesenatan û ew ê dereceya me ya li cennetê bilind bibe.

Belê, me xanimên me xwe wek emaneta Xwedê stand û divê em  wek çavê xwe li wê emanetê binêrin. Ji me re hat qedexekirin ku çavên me ji xeynî xanima me  bi keseke din nekeve û ji xeynî xanima me ji keseke din re di dilê xwe de cî neyê dayîn. Me bawer anî heke em vê yekê nekin aqûbeta me dê bibe cehennem. Çawa ku me bi vî tiştî bawer kiribe xanimên me jî wisa bawer dikin.

Dema ku em berê xwe bidin we… Ji ber ku hûn Xweda nas nakin, hûn nas bikin jî ji ber ku hûn guh nadin fermanên Wî, di kitêba we de tiştekî ku jê re emaneta Xweda tê gotin tune ye.Ez dibêjim kitêb;lê belê ez nizanim ji bo we kitêb tê çi wateyî. Dema ku rewş ev be ev tişt derdikeve holê: Ji ber ku ji bo we tiştekî mîna emanetê tune ye, zen dikim problemeke we ya bi navê îxanetê jî tune ye, li gorî we hemû tişt serbest e.

Hûn xanimên xwe ji kû û çawa dibînin, bi çi çavî li wan dinêrin, çi qas pêkve dijîn em van nizanin.

Ji ber ku xanimên me emaneta Xwedê ne serfiraz û muşerref in û dizanin ku ji vê yekê meqameke mezintir tune ye.(ÎLKHA)

Ez rica dikim bila tu kes sûcê jiyana xwe ya bêqedr û qiymet nexe stûyê Îslama Ezîz.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir