• DOLAR 34.228
  • EURO 37.94
  • ALTIN 2914.776
  • ...
HUDA PAR: Divê mutabaqata Îdlîbê li gorî eslê xwe bê tetbîqkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarên mîna Îdlîb û Myanmarê de nirxandinên balkêş hat kirin.

“Birêveberîya Myanmarê bi sûca kirina komkujî û jenosîdê li Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî bê darizandin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê bi şûnde şandina Mislimanên Rohîngyayî ya bo Myanmarê de zilm û wehşetên ku ji teref artêşa Myanmarê û çeteyên Budîst ve li hember Mislimanan hatine kirin di bîran hatin xistin û derbarê mijarê de wiha nirxandin hat kirin: “Ger Mislimanên Rohîngyayî bi şûnde bên şandin dibe ku ew Budîstên ku berî niha jenosîdê kirine û tu ceza ji wan re nehatiye dayîn cardin li hember Mislimanan jenosîd û komkujîyeke din bikin. Ji xeynî vê yekê li wan cihên ku ew ê penaber lê bên şandin cihê strînê, xizmeta perwerdehî, tenduristî û seyahetê tune ye ku ev yek ne însanî ye. Heta ku ev derfet neyên tedarik kirin bi şûnde şandina penaberan divê ji teref Neteweyên Yekbûyî ve bê astengkirin û dîsa pêwîst e birêveberîya Myanmarê bi sûca kirina komkujî û jenosîdê li Mehkemeya Cezayê ya Navneteweyî bê darizandin.”

“Divê mutabaqata Îdlîbê li gorî eslê xwe bê tetbîqkirin”

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de bang li wan welatên ku ji Îdlîbê re bûbûn garantor hat kirin da ku zêdetir mesûlîyetê bigirin li ser milên xwe û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Di sala 2017an de li Astanayê civînek hat lidarxistin û di wê civînê de Îdlîb wek Herêma Kêmkirina Rageşîyê hat îlankirin. Lê belê ji wê dîrokê vir ve li hember Îdlîbê ji bejayê û ji asîmanê êrîş tên lidarxistin ku ev yek jî wê mutabaqata ku li serê li hevkirin çêbûbû betal dike.  Di van mehên dawî de êrîş zêdetir û tundtir bûn û ew herêmên ku sîwîl lê dijîn ji teref Rûsya û rejîma Sûrîyê ve bi zanebûn tên hedefgirtin. Ew welatên ku ji 3 milyon sîwîlên ku li Îdlîbê dijîn bûne garantor divê zêdetir mesûlîyetê bigirin li ser milên xwe.”ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir