• DOLAR 35.443
  • EURO 36.354
  • ALTIN 3063.15
  • ...
Komeleyen İslami, pkk/bdp u Hikumete Şermezar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komeleyên Îslamî, pkk/bdp û Hikûmetê Şermezar kirin.

“Platforma Heq û Mafên Însana” yê ku ji 13 Komeleyên li mekanê fe’liyetên xwe teweccuhek mezin ji millet dibînin hatiye sazkirin, li ser êrîşên di van rojê dawî de li milletê Kurdê musluman ku di erda Kurdistan de tê kirin beyanatek Neşriyatê kirin.  

Pkk/Bdp xwe di ‘eyna dêw bi a de dinêre.
Di beyanatê de hat gotin: “Bi pêvajoya hilbijartinê vê de gellê Kurd me’rûzê gelek fe’eliyetên terorê dibin, ev jî em karin bi vî awayî bijmêrin:

1)   Şiddet û tecawizê pkk/pdp yê ku bi ‘îhala hêzin kur ku lê hatiye barkirin.

2)   Teşwîqa Neşriyatên di bin siya hêzên kûr de li van fe’liyeta bi terefgirî.

3)   Ev qirêjiya siyasetê û guhertina uslûbê serekên sîyasî ye.”

Dîsa di beyanatê de hat gotin: “Cesaret girtina ji Nişandana Hikûmet û Neşriyatan, pkk/pdpê mumessilên Kurdayê bi tenê, ev giruh îdî xwe di ‘eyna dêwa de dibîne û dest bi tetbîq kirina şiddete kî ku berî neha nehatiye dîtin kiriye. Berî her tiştî gere ev bê zanîn ku; pkk/bdp ne mumessilê gellê kurd in û ne mumkine ku ji îro pê ve jî bibin. Em ê ku vê gotinê dixwazin bela bikin di nav gellê me de şermeze dikin.”

“Hêzên Kûr Bi Destê Partiya Marqsîst Li Gellê Kurd Zulmê Dikin”

Di beyanatê de ev heqîqet jî hatin ser ziman: “ Gellê Kurd; Musluman, xwedî diyanet, bi namûs û rastin… Bi sala li gellê kur bi destê dewletê zulm hatiye kirin. Li Dêrsim, Geliyê Zîla û li hember Kalê Şêx Se’îd û hevalên wî  ketlî’am hatine kirin, gund hatine şewitandin. Îro hêzên kûrê di nav dewletê de van şiddet û ketlî’ama bi destê partiye ke Marqsî, Lenînî û murted didin kirin. Nexasim di van rojê dawî de pkk/bdp li gellê kurd êrîşên bi şiddet dike û dixwazê gellê muslumanê kurd jî bikşîne nav vê şiddeta xwe.” 

Em Bang Dikin Pkk/Bdpê Ji Zulmê Ku Hun Dikin Re Emê Bê Deng Nemînin.

Di beyanatêde dîsa hat gotin: “ Ji şehîd kirina we ya ‘Ûbeydullah Durnayê ku bi ‘îffet û exlaqê xwe teweccûha tevî kesa dîtibû, ji girtina derebên dikanê milletê me bi zorê û zerer dana we bi êrîşên molotova re, ji nehêştina hizûra gellê me bi şîddet û tehdîdan emê bê deng nemînin.



“Hun ne Mumessilê gellê Kurdin… Hûn piyonê Hêzên Kûrin”

Di beyanatê de bi zimanekî hişk pkk/bdp hate şermeze kirin û ji bdp/pkkê re hat ‘î’lan kirin ku Hun ne mumessilê gellê Kurda ne, lê belê hun leystika destê hêzên kûrê di nav dewletê de ne. Em vê tewrê we bi şiddet şermeze dikin. Milletê kurd we naxwaze, hez ji we nake bi zorê xweşkayî çênabe, ‘uzrê xwe ji milletê Muslumanên Kurd bixwazin. Hun ticar nebûn hevalê gellê kurd, ji bo kêfxweşî û hizûra wan we tu tiştek heta neha nekiriye. We namûsa vî milletê hunda xist bin linga, Exlaqê wanê Îslamî xira kir bi sale ye ji ğeyrî tirs, tehdît, tezyîq, xwîn û hêstirê çava we çi da vî milletî. Ka we kîjan azadiyê anî, we ruyê kî kenand ji vî milletî.

“Bi Navê Fa’iliyetên Civakî We Mefhûma Namûsê Nehêşt.”


Bi navê fa’iliyetên civakî we ciwana ji mefhûma namûsê bêpar kir. Hun bûn mani’ê tevî fa’iliyetên tîcarî ku li Kurdistanê tên kirin. Perên ku ji Belediya jî tên we ji hinek Feodala re pêşkêş kir û di bi namûsî û bê exlaqiyê de tevî serf kir. Tu xizmetek bi van îmkanê maddî ji bo gellê kurd we nekir. Bi ser we ne limêj dikir û hun li hember limêjê bûn jî bi sedem bê îta’etiya gellî limêjê cum’a ku li camiya tê kirin we li hola bê desmêj kir û kenê xwe bi diyaneta gellê kurd kir.  Hun pirî dujminê dînin ji ber Îmam Xetîb dixweynin zaryê gellê xwe bi molotova dişewitînin, bi vî awayî birîndar dikin. Em bê edebiya we ya li hember diyaneta gellê xwe bi şiddet şermeze dikin û îqaz dikin.

Hikûmet Tewrê Hun Di Êrîşa Dîndara De Hurrin Dide Nîşandan”

Di beyanatê de, “ Wezîfedarên hikûmetê pey êrîşên li Cizîrê ku li birayên me yê li Îmam Xetîbê dixwendin hat kirin pey hev beyanatê şermezetiyê neşir kirin, lê belê li Geverê şehîd kirina birayê ‘Ûbeydullah Durna, şewitandina Komela Îslamî, mani’ bûna ji hatina gellê muslumanê kurdê te’ziyê û birîna ava gundê lê te’ziye nedîtin xwe ker û kor kirin. Ev tewir, tewreke wisa ye ku tu ji pkk/bdp ê re bêjî ji kirina her êrîşî li însanê dîndar tu hurrî. Em vê tewrê hikûmetê jî bi şiddet şermeze dikin.

Hikûmeta ku dibê emê pêşiya heq û mafan vekin hê jî derheqê durkirina keçikê îlokûlê ji mekteban ji ber şarpa wan bê denge..

Tezyîqa Li Ser Komeleyên Îslamî Rakin
Beyanatê de: "Hikûmeta ku li hember tehdîdên pkk li esnafa ji bo girtina derebên xwe û şewitandina ‘erebe û dikanê wan bi destê serseriyê sikaka bê deng, li hember Komelên ku ji ğeyrî xêrê nakin ji bo vî milletî bi her awayî bi ser wan de digre bi sedan binçav dike, telefonê wan guhdarî dike, bi şantajan mensûbên van komela dixwaze bike mîtê xwe. Heta bi van tewrê xwe di pirî ciha de hikûmet fa’iliyetên van Komela aniye ber sekinandinê. Dîsa em vî tewrî hikumetê yê bê hiqûq jî bi şiddet şermeze dikin. Îdî dev ji meni’ kirina lebatên van Komelayên bi hiqûq qerin. Em we îqaz dikin Zulma zalima hebe, Xwedayê mezlûma heye. haydar bin.

“Em Bang dikin Neşriyatan Ku Bê Te’sîra Hêzên Kûr Xeber Bikin”

Neşriyata ku ji bo Nedîm Şener û Ahmed Şık qiyameta radike, Ji bo bê hiqûqiya ku li Nivîskarê qezeta Doğru Haber Fîkret Gultekîn, Mehmet Eşîn û Saîd Şahîn kelîmekî we xeber çênekir. Ev bi sedem ew bi qemisê sor û ev jî bi qemîsê keskin e. Kura viya wek hevî ye. Kura viya însanî ye.


Komelên Mensûbê Platformê:
ŞANLIURFA MUSTAZAF-DER GAZİANTEP RAHMET-DER
KAHTA MUSTAZAF-DER GAZİANTEP İLİM-DER
GAZİANTEP MUSTAZAF-DER ADIYAMAN VAHDET-DER
ŞANLIURFA YARDIM ELİ DERNEĞİ GAZİANTEP UMUT-DER
HİLVAN SELAM-DER BİRECİK UHUVVET-DER
CEYLANPINAR ENSAR-DER VİRANŞEHİR CAMİ-DER
CEYLANPINAR BİL-EĞİTİM DER

Xeber: Muhammed Sebatî/Kelhaamed

Bu haberler de ilginizi çekebilir