Mazbataya 4 muxtaran hat betalkirin
Li navenda Êlihê mazbataya muxtarên 3 taxan û gundekî hat betalkirin.
Hat ragihandin li navenda Êlihê mazbataya muxtarên 3 taxan û gundekî hat betalkirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mazbataya muxtarên taxên bi navê Çay, Baglar û Korikê û yê gundê Kirêdîyê hat betalkirin û ji wezîfê hatin dûrxistin.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Êlihê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku derbarê mijarê de hat belavkirin de hat diyarkirin; mazbataya muxtarên taxên bi navê Çay, Baglar û Korikê û yê gundê Kirêdîyê “ji ber kirina propagandaya rêxistina terorê û ji ber endambûna rêxistina terorê” hat betalkirin û ji wezîfê hatin dûrxistin.(ÎLKHA)