• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Şewata daristanê ya li Êlihê nikare bê tefandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Akçakişlaya gundê girêdayê Hezoya Êlihê şewata ku di wextên şeveqê de li herêma daristanî de derket nikare bê tefandin.

Mixtarê gund Mehmet Sarçin derbarê mijarê de daxuyanî da ÎLKHAyê. Sarçin di daxuyanîya ku da destnîşan kir li herêma daristanî ji ber sedemek ku hêj nayê zanîn derdora seat 10.00an de şewat derket.

Sarçin di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, çawa ku ew ji agir haydar bûne xeber dane îtfaîyê û ew jî digel îtfaîyê hewl dane da ku şewat bê tefandin. Sarçin dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ji bo şewat bê tefandin me ji rayedaran helîkopter teleb kir, lê belê ji me re gotin ku li herêmê helîkopter tune ye.  Ger mudaxele li êgir neyê kirin ew ê herêmeke gelekî mezin bişewite.”

Sarçin di dawîya axavtina xwe de diyar kir ji ber şewatên ku di van du mehên dawî de li herêmê derketin gelek dar şewitîn û gelek heywan jî telef bûn.(ÎLKHA)















Bu haberler de ilginizi çekebilir