• DOLAR 32.899
  • EURO 35.265
  • ALTIN 2468.477
  • ...
Terefdarên PKK/HDPê li Diyarbekirê mînîbûsa navbajêr şewitandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Diyarbekirê komekî ku ji 4-5 kesên çekdar û rûyên wan nixûmandî pêk dihat û tê diyarkirin PKKyî ne mînîbûseke navbajêr sekinandin û bi molotofan şewitandin.

Bûyer li ber Mizgefta Mekkeyê ya li Taxa Huzurevlerîyê pêk hat. Cihê ku bûyer lê pêk hat 200 metro dûrî qereqola polêsan bû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin derdora seat 21.00an de komekî ku ji 4-5 kesên çekdar û rûyên wan nixûmandî pêk dihat û tê diyarkirin PKKyî ne xwe berda kolanê û mînîbûsa navbajêr sekinand. PKKyîyên ku rêwîyan ji mînîbûsê pîya kirin mînîbûsê dan ber molotofan û şewitandin.

PKKyîyên mînîbûsê şewitandin dû re fîşekên hewayî berdan û dû re ji cihê bûyerê revîyan.

Mînîbûsa ku li rasta êrîşa PKKyîyan hat temametî şewitî.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir