• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Henîyye: Em ê dev ji êsîrên Filistînî bernedin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hamasa Hareketa Berxwedana Îslamî di ziyareta ku li bajêra Deîr Belahê bi malbatên êsîran re kir de derbarê taqasa êsîran de nirxandinan kir.

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Yekîneya Sîyasî yê Hareketa Berxwedana Îslamî destnîşan kir, ew ê dev ji êsîrên Filistînî bernedin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em dikarin bi wasitaya navbeynkaran di warê taqasa êsîran a bi rejîma îşxalê re hevdîtinên nerasterast bikin.”

Henîyye di berdewama axavtina xwe de bang li êsîran kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dev ji we bernedin û li we xwedî derkevin. Di destê me de xezîneyeke wisa heye ku nikara baz bide.  Êsîrên siyonîstan ger temamê hêzên dinyayê jî bibin yek nikarin xelas bibin heta ku talebên xelkê Filistînê bên qebûlkirin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir