Li Myanmarê ji ber hezaza erdê hejmera mirîyan derket 69an
Li Myanmarê ji ber baranên havînê hezaza erdê pêk hatibû ku ji ber vê yekê hejmera mirîyan derket 69an.
Hat ragihandin li Myanmarê ji ber baranên havînê hezaz pêk hat. Di encama hezaza ku pêk hatibû de 51 kes miribûn ku li gorî agahîyên ku herî dawî hatine belavkirin hejmara kesên ku ji ber hezaza erdê jiyana xwe ji dest dan derket 69an.
Derbarê mijarê de ji teref Daîreya Îtfaîyê ya Myanmarê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ji ber hezazê heta niha 69 kes mirin.(ÎLKHA)