• DOLAR 32.585
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2459.926
  • ...
Ji ser Erdheja Marmarayê 20 sal derbas bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 20 salan dema ku dîroj 17ê Tebaxa sala 1999an nîşan dide di seat 03.02an de erdhejeke bi lerza 7.4an de erdhejeke 45 sanîyan berdewam kir pêk hat. Erdheja ku pêk hat, ji Enqere hetanî Îzmîrê tesîr kir. Li gor raportên fermî ji ber erdheja ku pêk hat tev de 17 hezar û 480 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 hezar û 781 kes jî birîndar bûn.

Di erdheja ku tê de gelek kes mirin de tev de 285 hezar 211 mal û 42 hezar û 902 kargeh zirareke mezin dîtin.

Li gor agahîyên fermî ji ber erdhejê; li Kocaelîyê 9 hezar 477 kes, li Sakaryayê 3 hezar û 891, li Yalovayê 2 hezar û 504 kes, li Stenbolê 982 kes, li Boluyê 270 kes, li Bursayê 268 kes, li Eskîşehîrê 86 kes û li Zonguldakê jî 3 kes jiyana xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir