Lîderên Hamas û Cîhada Îslamî projeya berxwedanê gotûbêj kirin
Yahya Es-Sînwarê Lîderê Harekata Berxwedana Îslamî û lîderên Cîhada Îslamî di wan rojên borî de ji bo gotûbêjkirina projeya berxwedanê hevdîtin kirin.
Hat ragihandin lîderên Hamas û Cîhada Îslamî projeya berxwedanê gotûbêj kirin.
Derbarê mijarê de ji teref Yahya Es-Sînwarê Lîderê Hamasa Harekata Berxwedana Îslamê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Sînwar di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew û lîderên Cîhada Îslamî ji bo gotûbêja projeya berxwedanê hatine ba hev.
Sînwar di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir lîderên siyasî û leşkerî yên her terefan beşdarî wê civîna ku di 14ê Tebaxê de hatiye tertîpkirin bûne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek birayan rûniştin û nêzî 6 seatan projeya berxwedanê, amadehîyên ku ji bo xelasîya ji îşxalê tên kirin û bersiv dayîna êrîşan hat xeberdan.”
Sînwar di dawîya axavtina xwe de diyar kir “Em ê terka çek, mûşek û tunelên xwe nekin. Em ê digel we û zarokên we yên ku bi şev û roj dixebitin vê hêzê înşa bikin.”(ÎLKHA)