Di pevçûnên ku li bakurê Sûrîyê pêk hatin de herî kêm 60 kes mirin
Di 24 seatên dawî de di pevçûnên ku li bakurê Sûrîyê pêk hatin de herî kêm 60 kes mirin.
Hat ragihandin di 24 seatên dawî de di pevçûnên ku li bakurê Sûrîyê pêk hatin de herî kêm 60 kes mirin.
Ji ber ku Rûsya û rejîma Sûrîyê Îdlîbê dorpêç kirine her ku diçe pevçûn tundtir dibin. Hema hema temamê Îdlîbê, çoltera Hama û Lazkîyeyê di bin kontrola muxalifan de ye. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de di pevçûnên ku bakurê Sûrîyê pêk hatin de herî kêm 60 kes mirin.
Ji meha nîsanê vir ve di êrîşên ku ji teref Rûsya û rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê hatin kirin de 790 kesên sîwîl mirin.(ÎLKHA)