YOKê derbarê Serokê berê yê OSYMyê de destûra lêpirsînê da
YOKê derbarê Serokê berê yê OSYMyê Alî Demîr de destûra lêpirsînê da.
Hat ragihandin YOKê derbarê Serokê berê yê OSYMyê Alî Demîrê ku berî niha ji ber sûcdarkirina endambûna FETO hatibû binçavkirin û dû re bi şerta kontrola edlî hatibû berdan de destûra lêpirsînê da.
Meha borî ji teref Serdogerîya Komarê yê Enqerê derheqê rêxistîbûna FETO de lêpirsînek hatibû destpêkirin û di bergeha vê lêpirsînê de Alî Demîr jî di nav de derheqê 34 kesan de qerara binçavîyê hatibû dayîn.(ÎLKHA)