• DOLAR 32.488
  • EURO 34.888
  • ALTIN 2420.46
  • ...
Li tevahîya welêt coşa nimêja Îda Qurbanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îda ku ji teref Xweda ve  wek îkramekî ji Mislimanan re hatiye dayîn li çar alîyê welêt bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Welatîyên ku serê şeveqê zû şiyar bûn berê xwe dan mizgeftan û nimêja îdê kirin û dû re di derketina mizgeftê de îda hev pîroz kirin.

Li mizgeftan ji ber îdê xutbe hat dayîn, nimêj hat kirin û îda hev hat pîrozkirin.

Çend cihên ku lê şahî û coşîya nimêja îdê û pîrzobahîya îdê hebû Mêrdîn, Bidlîs, Diyarbekir, Sêrt û Stenbolê bû. Welatîyên ku serê şeveqê zû ji xewê şiyar bûn digel malbatên xwe berê xwe dan mizgeftên li nêzî malên xwe. Welatîyên ku berê xwe dan mizgeftan xutbeya ku ji ber minasebeta Îda Qurbanê hat dayîn guhdar kirin û ji bo ummetê destê xwe vekirin û diayan kirin.

Piştî nimêja ku hat edakirin re Misliman li îda hev pîrozkirin û dû re çûn serdana mirîyên xwe.(ÎLKHA)























































































Bu haberler de ilginizi çekebilir