Di şewata otobusê de 2 jê zarok 5 kes jiyana xwe ji dest dan
Di şewata ku di otobusa rêwîyan de derket de 2 jê zarok tevde 5 kes jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin di şewata ku di otobusa rêwîyan de derket de 2 jê zarok tevde 5 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di otobusa rêwîyan a ku ajokarê wê N.D. bû û ji Kuçukkayayê ber bi Enqerê ve diçû de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn şewat derket. Di encama şewata ku derket de 5 kes jiyana xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Balikkesîrê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, ji ber şewata ku di otobusa rêwîyan a ku 34 rêwîyê wî hebû derket de 2 jê zarok tevde 5 kes jiyana xwe ji dest dan.(ÎLKHA)