Biryarên Şûraya Leşkerî ya Bilind hat eşkerekirin
Qerarên Şûraya Leşkerî ya Bilind ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin.
Hat ragihandin qerarên Şûraya Leşkerî ya Bilind ji teref Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin.Qerar ji teref Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin ve bi raya giştî hat parvekirin.
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê qerarên ku di Şûraya Leşkerî ya Bilind de hatine wergirtin bi daxuyanîya çapemenîyê re parve kir.
Kalin di daxuyanîya ku da de destnîşan kir; 14 kes ji generaltîyê ji bo amîraltîyê, 10 kes ji albaytî ji bo general û amîraltîyê re hatin terfîkirin û wextê wezîfeya 12 general û amîral û 313 albayan jî hat dirêjkirin.(ÎLKHA)