Milyonek û 288 hezar û 960 kok kenewîr hat îmhakirin
Di encama operasyonên ku ji teref cendirmeyan ve li Diyarbekirê hatin lidarxistin de milyonek û 288 hezar û 960 kok kenewîr hat îmhakirin.
Derbarê mijarê ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyakirin di encama operasyonên ku di navbera dîrokên 29ê Tîrmehê û 31ê Tîrmehê de li dijî PKKê li Diyarbekirê hatin lidarxistin de milyonek û 288 hezar û 960 kok kenewîr hat îmhakirin.(ÎLKHA)