HUDA PAR: Pêwîst e qetlîamên li Îdlîbê demildest bên rawestandin
HUDA PARê bi daxuyanîya ku belav kir wan êrîşên ku li Îdlîbê tên kirin şermezar kir û destnîşan kir: “Pêwîst e qetlîamên li Îdlîbê demildest bên rawestandin.”
Ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve derbarê rojeva derve de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê qetlîamên ku li Îdlîbê tên kirin, girtina Şêx Zakzakî û malxerakirinên li Filistînî yên ku ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin de nirxandin hat kirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derheqê qetlîamên ku ji teref rejîma Surîyê û piştgirîvanê wî Rûsya ve tên kirin de bal hat kişandin hejmara sîwîlên ku tên qetilkirin û dû re wiha hat diyarkirin: “Di wan êrîşên ku ji teref Rûsya û rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê tên kirin de 606 kesên sîwîl jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku di pêvajoya şer de herî zêde zarok hatine qetilkirin. Ji 24ê Hezîranê vir veli Îdlîbê 33 zarok hatin qetilkirin. Em van êrîşên ku li hember kesên sîwîl tên kirin şermezar dikin û hêvî dikin ku demildest mutabaqata Îdlîbê bê tetbîqkirin û pêwîst e qetlîamên li Îdlîbê demildest bên rawestandin.
Di berdewama daxuyanîyê de derheqê Şêx Zakzakîyê ku di êrîşa artêşa Nîjeryayê de digel xanima xwe birîndar bûbû û hatibû binçavkirin de jî hat diyarkirin; divê Şêx Zakzakîyê Serokê Hareketa Îslamî yê Nîjeryayê bê berdan û divê temamê Mislimanan berî dereng bibe xwedî li Şêx Zakzakî derkevin.
HUDA PAR di berdewama daxuyanîya xwe bal kişand li ser rewşa dawî û nebaş a li Filistînê û destnîşan kir divê hewl bê dayîn da ku meseleya Filistînê bibe xala yekem a rojeva cîhanê û dû re wiha hat gotin: “Divê Yekîtîya Ereban û sazîyên mîna Teşkîlata Hevkarîya Îslamê li dijî rejîma îşxalê gavên bandortir bavêjin.”(ÎLKHA)